25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka şandina çekên giran bo Kurdistanê gotûbêj dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Komîteya Têkeliyên Derve ya Encumena Nûnerên Amerîkayê (Kongre) qanûnek pêşniyar kir ku desthilatê bide Serokê welatê xwe Barack Obama, da ku rasterast û bi bê vegerandin bo razîbûna Bexdayê, çekên giran ji Hêzên Pêşmerge re peyda bike.

Berpirsê Komîteya Karubarên Derve ya Kongreyê Ed Royce ew piroje pêşkêşî Kongireyê kir, piştî ku ligel şandeke pile bilind ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.

Ew şanda hikûmetê ku li Amerîka hevdîtin girîng pêk anîn, ji her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên û Berpirsê Fermangeha Têkeliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa pêk hatibû.

Ew pirojeya ku pêwîst e Encumena Nûneran pesend bikin, da ku rê bide Obama ku çekên giran ji Başûrê Kurdistanê re peyda bike, ku ew çek jî ev in: “Çekên antî tank, antî otomobîl, otomobîlên leşkerî, topxane, alaviyên pêwendiyan û çekên pêdiviyên din ên leşkerî.”

Nûçeyên têkildar