Çekdarên DAIŞê li Kobanê didin..Pêşmerge bi tundî bersiva wan didin

Kobanê-KDP.info- Piştî aramiya duhî, îro dîsa şer û pevçûn bi çekên giran di navbera Hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de derket.
Li gorî agahiyên nava Kobanê, çekdarên DAIŞê ji vê sibehê ve bakur û başûrê bajêr bi çekên giran topbaran dikin.
Li gorî rojên borî, şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê li rojhilatê bajêr kêmtir bûye lê çekdarên DAIŞê ji vê sibehê ve bakur û başûrê bajêr bi çekên giran topbaran dikin.
çekdarên DAIŞê bi tundî bajêr didin ber topan û çend topên wan li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ketin.
Li gorî heman agahiyan, hêzên Pêşmerge jî bi rokêtan çeperên DAIŞê li başûrê bajêr didin ber topban.
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî, tevgera wan ji ber seqayê kêm bûye û îro tenê çend caran li ser Kobanê firiyan lê li DAIŞê nedan û vê yekê rê li pêşiya çekdarên DAIŞê vekir ku bu azadî derkevin û topan bavêjin.




