26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Dawudoglo pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî û siyasî de gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehemd Dawudoglo civiyan û di wê civînê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, hewilên ji bona çareserkirin pirsgirêkan, têkeliyên navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî, diplomasî û siyasî de hatin gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro înê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ehmed Dawudoglo û şandeya pê re kir.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, wezîrê navxwe, wezîrê pêşmerge, wezîrê darayî û aborî, wezîrê pilandananê, wezîra şaredarî û tûrîzmê, wezîrê karêbarên parlamentoyê û peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa Iraq, herêma Kurdistan û deverê, pêşhatên emnî û serbazî, berhingarbûna terorê û şerê dijî DAÎŞ ê hatin minaqeşe kirin.

Herwesa, di civînê de, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, hewilên ji bona çareserkirin pirsgirêkan, têkeliyên navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina têkeliyên di warê bazirganî, diplomasî û siyasî de hatin gotûbêj kirin.

Ehmed Dawudoglu behsa civînên xwe yên li Bexdayê digel berpirsên Iraqê re kir û ew civîn bi erênî wesif kirin û got ku, dîtina Bexdayê bo herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan erênî ye û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê weke derfetekê bo berhingarbûna terorê û çareserkirina pirsgirêkan da zanîn.

Herwiha Serokwezîrê Tirkiyeyê tekez kir ku, Tirkiye di hemû waran de li ser hevkariya herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam be.

Nûçeyên têkildar