Serok Barzanî: Peywendiyên Kurdistanê û Tirkiyê girîng in.. Were xwestin emê pêşmerge bişînin Kobanê

Hewlêr-KDP.info- Di civîneke çapemeniyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, li ser girîngiya peywendiyên di navnera herdu aliyan de rawestiyan.
Îro Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê di civîneke çapemeniyê de Serok Barzanî, da zanîn ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelekî girîng in û got: “Em hêvîdar in ev peywendiyên han di hemû waran de berdewam bin.” Serok Barzanî herwiha behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir.
Herwiha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser şandina hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Kobanî got, ew girêdayî rewşa ye, dema ku were xwestin ewê pêşmergeyan bişînin Kobanê.
Davutoglu, li ser pirsa di derbarê derbasbûna pêşmergeyan di ser axa Tirkiyê re ji bo Kobanê, diyar kir ku ew îşareta hevkariya di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye li ser hemahengiya ewlekariyê ya di navbera her dû aliyan de.
Mesûd Barzanî li ser pirsa derbarê peymana petrolê wiha got: “Ev peyman destpêke û ne ya dawîyê ye. Demek nêzîk dê şandek ji Hewlêr ji bo vê mijara biçe Bexdayê.”
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî destpêkê sersaxî li malbatên şehîdên teqîna Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku dubare tê Herêma Kurdistanê û dostên xwe dibîne.
Davutoglu got: “Me di gotûbêjan de behsa çar mijaran kir, yekem mijara însanî bû, duyem meseleya ewlekariyê, sêyem mijara aborî ku niha aboriya Tirkiye û Iraqê 12 milyar dolar e û 8 milyar ligel Herêma Kurdistanê ye. Mijara çarem jî metirsiyên DAIŞ’ê li ser navçeyê bû.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu hêvî kir ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de zêdetir pêşve biçin, ji ber sînorê wan ê rasterast ligel Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Duh bi birêz Îbadî re û îro jî bi birêz Barzanî re em li ser meseleya enerjiyê bi awayekî dûr û dirêj sekinîn.”




