Serok Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan û di wê divinê de Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe jî ji bo berdewambûna li yarmetîdana mirovî ya Herêma Kurdistanê li hewandina koçberan de nîşanda û her wiha kûrtirkirina peywendiyan û berfirehtirkirina bazirganî û peywendiya aborî ya di navbera her dû aliyan de nîşanda.
Îro în li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ahmed Davudoglo Serok Wezîrê Tirkiye kir.
Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Tirkiye Davudoglo xweşhaliya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina ligel Serok Barzanî nîşanda û serxweşiya xwe jî ji bo kesukarê şehîdan û qurbaniyên teqîna terorîstî ya roja çarşema derbasbûyî ya bajarê Hewlêr bi Serok Barzanî ragihand.
Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe wê yekê dûpat kir ku Tirkiyeyê li şerê dijî terorîstan hevkarê Herêma Kurdistan û Iraqê dibe.
Her di vê civînê de Serok Wezîrê Tirkiye amadehiya welatê xwe jî ji bo berdewambûna li yarmetîdana mirovî ya Herêma Kurdistanê li hewandina koçberan de nîşanda û her wiha kûrtirkirina peywendiyan û berfirehtirkirina bazirganî û peywendiya aborî ya di navbera her dû aliyan de nîşanda.
Li beranber da Serok Barzanî bixêrhatina Serok Wezîrê Tirkiye kir û serdana Serokwezîrê Tirkiye ya Herêma Kurdistanê bi derfetekî baş zanî ji bo nehiştin û axaftina li ser wan kêmasiyên li hevkarî û hemahengiya her dû aliyan de li warên cûda cûda da li holê dane.
Her li vê civînê de herdu alî tekez li ser berdewamiya şêwirîn û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir li şerê dijî teror û bihêztirkirina peywendiyan.
Li mijareke dinê vê hevdîtinê de êrişên terorîstên DAIŞê û rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê xiste ber behs û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorîstan û hevkarî û hemahengiya zêdetirê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye li vî derbarî de danustandina bîr û ramanan kirin.




