DAIŞ li Sediyeyê lêdanên mezin xwarin..Gellek çekdarên wan hatin kuştin

Sediye-KDP.info- Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêrê Emîd Ehmed Letîf ragihand ku, ji ber bomebarana falafirên hejmareke mejin ji çekdarên DAIŞê li nav nahiyeya Sediyeyê ya Xaniqînê hatin kuştin û yên mayî reviyan.
Berdevkê Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêrê Emîd Ehmed Letîf ji KDP.info re ragihand: “Ji ber bomebarana falafirên hejmareke ku ev çend roj bi giranî li nava Sediye didin, hejmarek mezin ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin.”
Emîd Ehmed Letîf wiha domand: “Me bi çavê xwe dît ku balafiran bi giranî li navend û baregeyên DAIŞê dan û bi temamî li ser serê wan têk birin. Di encama wan lêdanan de pir perêşan bûn û hejmarek mezin ji çekdarên wan hatin kuştin.”
Letîf wiha got: “Hêzên Pêşmerge ji duhî ve li navçeya Îmam Weyis hatin bicîhkirin û ti tevgerek nekirine û derbasî nava Sediyeyê nebûne.”




