26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kobanê şerê bi çekên giran dijwar bûye

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Şer û pevçûnên dijwar bi çekên giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de li Kobanê diqewimin û balafirên hevpeymaniya navdewletî jî li rojhilatê bajar bombebaran dikin.

Li gorî çavkaniyên nava bajarê Kobanê, çekdarên DAIŞê bajarê Kobanê û bi taybetî rojavayê Kobanê bi çekên topbaran dikin. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî riyên çûnûhatina DAIŞê li rojhelatê Kobanê li nêzîkî gundê Mizirdawidê bombebaran dikin.

Li gorî heman çavkaniyan, balafiran vê sibehê li Kobanê li çeperên DAIŞê dan, her wiha vê êvarê jî çeperên DAIŞê dan ber bombeyan.

Dîsa şerê dijwar û bi çekên giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de germ bûye û Hêzên Pêşmerge ji bakurê bajarê Kobanê topan davêjin ser çeperên DAIŞê li derdora Mizgefta Hacî Reşad û Kaniya Ereban.

Li gorî aghiyên Hêzên Pêşmerge li Kobanê, Hêzên Kurdî li rojhilat û rojavayê bajarê Kobanê pêşve çûne.
 

Nûçeyên têkildar