Hêzên Pêşmerge navçeyekî setratîjîk li Xaneqînê rizgar kirin

Xaniqîn-KDP.info- Berdevkê Hêzên Pêşmerge li devera Germesêrê ya girêdayî Xaneqînê Ehmed Letîf ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge bi hevahengî ligel artêşa Iraqê karîn navçeya Îmam Weysî ya nêzîk bajarê Xaniqînê li parêzgeha Diyale rizgar bikin, ku navçeyekî setratîjîk e.
Berdevkê Hêzên Pêşmerge li devera Germesêrê ya girêdayî Xaneqînê Ehmed Letîf ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge bi hevahengî ligel artêşa Iraqê karîn li navçeya Îmam Weysî ya nêzîk bajarê Xaniqînê li parêzgeha Diyale pêşve biçin û wê navçeyê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin, ku ti ziyan negiha Hêzên Pêşmerge li wê deverê.”
Emîd Ehmed Letîf wiha domand: “Niha Hêzên Pêşmerge li wê deverê bi cîh bûne ku tenê çend km dûrî nahiyeya Sediyeyê ne.”
Wî fermandarî da zanîn ku, “Îro balafiran li Sediyeyê berdewam li çeperên DAIŞê didan û ziyanek mezin gihandin wan terorîstan.”
Hêjayî gotinê ye ku, riya Îmam Weyis, bajerokê Xaniqîn bi navenda Diyale ve girêdide û niha ew rê hatiye vekirin û welatî dikarin tê de biçin û bên.




