26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Iraqê 500 milyon dolar ji Kurdistanê re dişîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Iraqê ragehand ku îro hikûmeta Iraqê 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re şandine.

Hoşyar Zêbarî di civîneke çapemeniyê de got: “Wezareta Darayî ya Iraqê îro 583 milyar dînarên Iraqê ku dike 500 milyon dolar ku dike 583 milyon dînar ji Herêma Kurdistanê re şand.”

Zêbarî wiha domand: “Ev pêngava han jî piştî wê pêngava hikûmeta Herêma Kurdistanê tê ku rojane 150 hezar bermîl petrol bixe jêr kontrola hikûmeta Iraqê.”

Wezarê Darayî yê Hikûmeta Iraqê wiha got: “Îro rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexda hat bi cîhanîn û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya 2015 mijarekî gotûbêjên di navbera herdu aliyan de dibe, ji ber ku rêkeftina ku hat kirin rê li pêşiya rêkeftinên din vedike.”

Pêncşema borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî li bajarê Hewlêrê civiyan û li ser wê yekê lihev kirin ku hikûmeta Bexdayê wek destpêk 500 milyon dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re û hikûmeta Kurdistanê jî rojane 150 hezar bermîl petrola xav bixe bin kontrola hikûmeta Bexdayê, herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî serdana Bexdayê bike.

Pêr, 17ê Mijdarê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Parlamentoya İraqê ragehand ku yekemîn rêjeya petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilata hikûmeta Bexdayê de bo bazara cîhanê hatiye şandin.

Nûçeyên têkildar