26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge devera Xiraberûtê ya Kerkûkê paqij kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Vê êvarê Hêzên Pêşmerge karîn gund û devera Xiraberûtê ya Kerkûkê ji terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Hêzên Pêşmerge ji serê sibehê ve êriş kirin ser çekdarên DAIŞê li devera Xiraberût bû rizgarkirina wê deverê.

Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî çeperên DAIŞê didin ber bombeyan.

Fermandarê Fewca 4 a lîwayê 11 ji Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Eqîd Şêx Wesanî ji KDP.info re ragihand: “Vê êvarê Hêzên Pêşmerge karîn bi temamî kaş û gundên Xiraberûtê ji terorîstên DAIŞê paqij bikin û navenda gundê Xiraberûtê rizgar bikin û niha em wir in.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê wiha got: “Di wî şerî de Hêzên Pêşmerge karîn derbeyên mezin li terorîstên DAIŞê bidin ku gellek çekdarên wan kuştin û gellek jî birîndar bûn û term û biîndar û çekên xwe li şûna xwe hiştin û hemû ketin destê Pêşmerge.”
 

Nûçeyên têkildar