Serok Barzanî: Hêzên Pêşmerge karîne li Kobanê derbên dijwar li terorîstan bidin û pêşveşûnên baş bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ew çek û cebilxaneya ku ji bo hêzên Pêşmerge hatine şandin, têra wê nakin ku DAIŞ were jinavbirin ji ber wê jî divê çekên bihêz bên dayîn. Barzanî li ser rewşa Kobanî jî got, li Kobanê hêzên kurdî pêşve diçin lê hîn jî hevsengî li wir nehatiye guhertin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona France24 a Fransayê, behsa şerê DAIŞê li Iraq û Kobanî kir û ragihand, heta niha hêzên hevpeyman nekarîne li Iraqê derbên kûr li DAIŞê bidin.
Serok Barzanî dibêje hîna welatên cîhanî çekên giran nedane hêzên pêşmerge.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî got: “Hîna hêzên hevpeyman û welatên cîhanê daxwaza Kurd bo pêdana çekên giran bo hêzên pêşmerge cîhbicîh nekirine.”
Serok Barzanî di beşeke din ya hevdîtina han de spasiya Franse û welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DAIŞê de kir jiber hevkariyên ku heta niha di şerê dijî DAIŞê de pêşkêş kirin û got: “Heta niha di warê gehandina çekên giran û pêdiviyên pêwîst yên leşkerî de daxwazên me ji aliyê welatên cîhanî ve nehatine bicîhanîn û ev piştgîriya han yaku pêşkêşî Hêzên Pêşmerge hatine kirin negehêştina asta pêwîst.”
Serok Barzanî eşkere kir ku, “Pêwîstiya me bi çekin giran û pergala çekên giran heye lê belê heta niha di vê warî de hevkariya me nehatiye kirin, me bo şerê dijî terorîstên DAIŞê pêdivî bi çekên giran weke topxane, panzer û balefirên şer heye lê heta niha ti çekek ji wan çekan ji me re nehatiye şandin.”
Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Hêzên pêşmerge li Sûriyê jî dijî terorîstên DAIŞê şer dikin û di çend rojên derbasbûyî de jî bi hevkariya hêzên hevpeyman, Hêzên Pêşmerge karîne derbên dijwar li terorîstan bidin û pêşrewiyeke baş bikin.”
Derbarê dawî hatin bi şerê dijî terorîstên DAIŞê de jî Serok Barzanî got: “Rast e ev tevgera terorîstî hatiye lawazkirin lê hîna karînên xwe bo êrişkirinê bi giştî ji dest nedane.”
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku, “Tevgera terorîstiya DAIŞê wehşîtir û hovanetir ji rejîma dîktator ya Besê ye û terorîstên DAIŞê gelek hov û neteweperestên û şerê wan terorîstan jî şereke nû bi çekên nû, taktîkeke nû û îdeolojiye û li gor şerê me yê li dijî tevgerên din yên terorîstî bo me derketiye ku DAIŞê hovanetirîn tevgera terorîstiye.”
Derbarê mafê serbixweyiya gelê Kurd de jî Serokê Kurdistanê got: “Gelê Kurd bi xwe biryar li ser serbixweyiya xwe dide û di vî warî de Kurd ne pêwîst e pirs bi kesek anjî aliyeke din bike.”




