26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kudistanê: Karwana avakirin û pêşveçûnê ranaweste û ev kiryar me natirsînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Herêma Kurdistanê teqîna ku îro li Hewlêrê çêbûyî bi tundî şermezar kir û ragihand ku “Dezgehên ewlekarî yên herêmê dest bi lêkolînan kirine.

Îro, 29ê Mijdarê, xwekujekî xwest bi otombîleke bombekirî derbasî nava avahiya parêzgeha Hewlêrê, li navenda bajar, bibe, lê zêrevanên avahiyê teqe li wî xwekujî kirin, lewma otombîl li pêş deriyê avahiya parêzgeha Hewlêrê teqiya û ziyanên madî û mitovî yên mezin lê ketin.

Di vê derbarê de Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistanê di peyamekê de ew karê “Teroristî” bi tundî şermezar kir û wiha ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê  bi tundî wî karê teroristî şermezar dike, ku îro nîvro li pêş avahiya parêzgeha Hewlêrê hatibû encamdan û di encam de 4 kes şehîd bûn û 29 kesên din birîndar bûne.”

Encûmen Wezîran ya Herêma Kurdistanê sersaxî arasteyî malbatên şehîdan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û da zanîn ku “Dezgehên ewlekarî yên herêm dest bi lêkolînan kirine.”

Ji aliyek din ve, Encûmen Wezîran daxwaz ji welatiyan kirin ku “Wek her dem di astê berpirsiyaretiyê de û çav vekirî bin û em hemûyan piştrast dikin ku dezgehên ewelkariyê hemû hewlên xwe dike ji bo parastina asayiş û ewlehiya herê.”

Herwiha Encûmen Wezîran ya Herêma Kurdistanê tekez kir ku “Karwana avakirin û pêşveçûnê ranawestê û ev kiryar hikûmet û xelkên Kurdistanê natirsînin.”

Nûçeyên têkildar