26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Teqînek li Hewlêrê çê bû..6 kes şehîd bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li navenda bajarê Hewlêrê xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê xwe teqand û di encamê de hejmarek şehîd û birîndar ketin.
Çavkaniyekê ji parêzgeha Hewlêrê ji KDP.info re ragihand: “Îro li navenda bajarê Hewlêrê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê xwekujekî bi rêya otomobîleke bombekirî xwe teqand û di encamê de 3 karmendên parêzgeha Hewlêrê û 3 welatî jî şehîd bûn.”
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdula jî ji KDP.info şehîdbûna şeş kesan û birîndarbûna 8 kes jî piştrast kir, lê got ev amar ne ya fermî ye û piştî lêkolînan dê amarên fermî bên ragihandin.
Li gorî agahiyên KDP.info, wî xwekujî dixwest derbasî nav avahiya parêzgeha Hewlêrê bibe lê pasewanên ber derî rê lê pêşiya wî girtin û wî jî xwe bi cihê parêzgar de biteqîn e, lê parêzgar Newzad Hadî ne di avahiya parêzgehê de bû û piştî teqînê vegeriya.
Herwiha li gorî agahiyan, derdora 20 otombîl hatine têk birin.

Nûçeyên têkildar