26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Qudsê 5 îsraîlî hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Li bajarê Qudsê, di encama êrişekê li ser perestgeheke cihuyan de 5 welatiyên Îsraîlê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand: “Du kesên felestînî bi kêr û teviran êriş kirin ser 12 xwendevanên îsraîlî, 5 kes ji wan kuştin û 7 jî birîndar kirin.”

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, “Ew herdu êrişker jî piştî êrişê hatin kuştin.”

Duhî pevçûn li bajarê Qudis di navbera welatiyên îsraîlî û felestînî de derketibû, ew jî piştî kuştina xortê bi navê Yûsif Remunî.

Nûçeyên têkildar