26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kobanê 2 emîr û 42 DAIŞ hatin kuştin..Pêşve çûnên hêzên kurdî berdewam in

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Ebdulqehar Mecîd ragihand ku, pêşdeçûnên Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê berdewam in û ji duhî ve heta niha 2 emîr û 42 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Ebdulqehar Mecîd Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Duhî seat 6ê êvarî û seat 12ê şev balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Kobanê baregehên DAIŞê bombebaran kirin û di encamê de 4 terorîst hatin kuştin û cihên wan hatin valakirin, piştre di dema vegerandina wan çekdaran ji bona birina termên xwe dîsa balafiran li wan dan û 15 terorîstên din kuştin.”

Lîwa Ebdulqehar wiha domand: “Vê sibehê ji seat 4 heta 5 balafiran 5 carên din li çeperên DAIŞê dan û di encamê de 25 çekdar hatin kuştin ku 2 ji wan emîrin bi navê Ebû Seyfula û Ebû Haris û 3 termên wan ketin destê Hêzên Pêşmerge.”

Wî fermandarî wiha got: “Şervanên YPGê bi hevkariya Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser rojhilatê bajarê Kobanê û karîn cihekî rizgar bikin û ziyanên mezin gehandin çekdarên DAIŞê.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand: “Di wan şer û pevçûnan de gellek çek û teqemenî ketin destê hêzên kurdî de. Ji vê sibehê ve em çeperên wan didin ber topan, lê niha topbarana me rawesta ye.”

Derbarê birîndarbûna 3 Pêşmergeyan jî, Ebdulqehar Mecîd wiha got: “Duhî 3 Pêşmerge birîndar bûn û birîna wan sivik bû, me ew neşandine malê û her li vir tên derman kirin û rewşa wan pir baş e.”
 

Nûçeyên têkildar