Hêzên opozîsyona Sûriyê li Laziqiyê êrişî artêşê kirin

Ajans-KDP.info- Hêzên opozîsyona Sûriyê êrişî çend navçeyên ser bi artêşa Sûriyê li parêzgeha Laziqiyê kir û li çend navçeyên din jî hîna şer berdewam e.
Tora Sûriyê belav kiriye ku, Hêzên opozîsyona Sûriyê êrişî navend û baregehên artêşa Sûriyê li devera Girê Nebî Yûnis û Girê Şêx Mihemed li derdora Laziqiyê kirine.
Li gorî heman nûçeyê, rokêteke hêzên opozîsyona çend topxaneyên artêşê li ser Girê Nebî Yûnis li Laziqiyê têk biriye.
Herwiha hêzên Atêşa Azad jî êrişî çend navçeyên hêzên hikûmetê li bajerokê Kifriyeyê û gundê Hikroyê kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ji ber topên hêzên opozîsyona Sûriyê bo ser artêşa wî welatî li derdora parêzgeha Laziqiyê çend kes hatine kuştin û birîndarkirin.




