25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Bexdayê teqîn: 11 kuştî û 35 birîndar

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Îro du otomobîlên bombebarkirî li Bexdayê teqiyan û di encamê de 46 kes bûn qurbanî.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro li taxa Meştel ya rojhilatê Bexdayê 2 otomobîl teqiyan û di encamê de 7 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.”

Derbarê teqîna duyem jî, Wezareta Navxwe ragihand: “Ew teqîn jî bi rêya otomobîlekê bombekirî li taxa Amiriyeyê ya rojavayê Bexdayê hat pêk anîn û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.”
 

Nûçeyên têkildar