26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kobanê şer giran bûye û DAIŞ topan davêje ser bajêr

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Şer û pevçûn li nav bajarê Kobanê germ bûye û çekdarên DAIŞê bakurê bajêr topbaran dikin.

Li çavkaniyên nav bajarê Kobanê, ji vê sibehê ve şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de li Kobanê berdwam bûn, lê niha ew şer giran û dijwartir bûye.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku, Hêzên Pêşmerge ji vê sibehê ve çeperên DAIŞê li Kobanê didin ber topan.

Bajarê Kobanî bûye 2 beş. Aliyê rojhilat ku di bin destê DAIŞê de ye û aliyê rojavayê bajêr ku di bin destê hêzên kurdî de ye. Di navbera wan herdu aliyan de, ku taxa Keskayiyê û Asayîşê heta Şaredariya Kobanê digire, bûye eniya şer, ku niha şerê kolanan li wir tê kirin.

Derbarê topên DAIŞê jî bo ser bajarê Kobanê, wan çavkaniyan dan zanîn ku, çekdarên DAIŞê bakurê bajêr topbaran dikin û bi taybetîjî li Kaniya Mişidê û derdora firna nan didin ku îro 5 top avêtin taxa Gumrikê.

Derbarê tevgera balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî, Ji vê sibehê ve balafir li ser Kobanê difiriyan û seat 10ê sibehê li nêzîkî rêya Helebê li cihên DAIŞê dan.

Nûçeyên têkildar