Celewla.. Bi topbara Hêzên Pêşmerge 4 çekdar hatin kuştin

Celewla-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku li derdora nahiyeya Celewlayê bi cîh bûne, bi giranî çekdarên DAIŞê li wê deverê dan ber bombeyan û 4 kes ji wan kuştin.
Berevkê Hêzên Pêşmerge li navçeya Germesêrê Emîd Ehmed Letîf ji KDP.info re ragihand: “Şevê din piştî ku agahî ketin destê me de, ku çekdarên DAIŞê li nav nahiyeya Celewla civiyane, me jî bi giranî ew dan ber bombeyan.”
Emîd Ehmed Letîf wiha got: “Piştî topbaranê, îro agahî ketin destê me ku 4 çekdarên wan hatin kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.”




