26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Abûrî lêkolîn li ser xalên sînorî û borseya Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro piştî nîvro, Ençûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdisanê û serokê encûmenê Nêçîrvan Barzanî civiya. Di wê civînê de gotûbêj li ser firehkirina degehên sînorî û girêdana hemû sînoran bi hev ve bi rêya pergala alktronî hat kirin. Herwiha behsa pêngavên dawî bo avakirina borseya Hewlêrê hat kirin.

Di wê civînê de dîvdeçûn li ser awayê henartin û hawirdekirina bi rêya xalên sînorî, gumrik û yekxistina tarîfan û bilindkirina asta karmend û kadirê wan dezgehan.

Herwiha tekez li ser hevahengiyên bêtir ligel Bexdayê hat kirin bi taybetî ku Iraq endamê komek rêxistinên navdewletî yên wî warî ne û Herêma Kurdistanê jî dikarî qezencê jê werbigre.

Di civînê de lêkolîn li ser firehkirina dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl hat kirin, ew jî bo berfirehbûna bazirganî û damezrandina pergala elkitronî bo dana mohleta henarde û hawirdekirinê, û pêkve girêdana hemû xalên sînorî bi rûya vê pergalê.

Di beşeî dinî civînê de, behsa pêngavên dawî bo avakirina borseya Hewlêrê hat kirin û piştî dîvdaçûna bi piroje û pêşniyaran de, daxwaz hat kirin ku aliyên pêwendîdar pişta xwe bi pspor û şarezyên biyanî girêdin di vî warî de bo dîvdeçûn li ser peykera kargêrî û karên vê pirojeyê bi awayekî ku ligel serdemê û pîvanên cîhanî û rastiya îro ya Kurdistanê guncaw be.

Nûçeyên têkildar