Li Kobanê pêşmerge çeperên DAIŞê toparan dike..Çekdar bajêr topbaran dikin

Kobanê-KDP.info- Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şerê di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de berdewam e û çekdarên DAIŞê taxên bajên topbara dike.
Li gorî çavkaniyên nav bajarê Kobanê, şer û pevçûn heta vê sibehê li taxên başûr û rojhilatê Kobanê berdewam bûn û Hêzên Pêşmerge vê sibehê bi çekên giran çeperên DAIŞê didin ber topan.
Wan çavkaniyan ragihandninku, îro seat 4ê sibehê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê li taxa Pîşesaziyê û Baxçê Hecî Reşîd li rohilatê Kobanî bombebaran kirin.
Li gorî heman çavkaî da zanîn ku, îro piştî nîvro rewşsa seqayê têk çû û baran barî, lewma tevgera balafiran rawesta û çekdarên DAIŞê taxên başûrê Kobanê bi çekên giran topbaran kirin û şer li çend taxan jî berdewam derket.
Topbarana çekdarên DAIŞê Kaniya Mişidê û Daristana Kobanê girit.




