25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serxweşî li malbata Dr. Kemal Fuad û Serkirdatiya YNKê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  bi boneya koça dawî ya Dr. Kemal Fuad di peyamekê de serxweşî li malbata rehmetî û xuşk û birayên polîtbîro û Serkirdatiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir. Ev jî tekesta wê ye:

Rêzdaran / Malbata xwedê jê razî Dr Kemal Fuad

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK)

Bi mixabinî ve, nûçeya koça dawî ya Dr. Kemal Fuad, kesayetiyê nîştîmanperwer û Serokê berê yê Parlemena Kurdistanê û Endamê Desteya Damezrîner û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê gihîşt me, ku bi sedema nexweşiyekê li Elmanya koça dawî kir.

Bi vê xemgîniyê ve, serxweşiyê li malbata rehmetî û xuşk û birayên me yên li Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û hemû hevalên Dr. Kemal dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim aramî û sebirê bi hemû aliyek bibexşê û ruh û giyanê xwedê jê razî bi bihûşta berîn û fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.11.2014

Nûçeyên têkildar