25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta Bexda peran neşîne, em jî pertolê nadin destê wan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî yê Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ragihand ku, heta Hikûmeta Bexdayê wan 500 milyon dolaran ji Herêma Kurdistanê re neşîne, Herêm jî wan 150 hezar bermîlan ji petrolê nade Bexda.

Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ji KDP.info re ragihnad: “Piştî ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî serdana Herêma Kurdistanê kir û rêkeftinek ligel Kurdistanê kir ku Hikûmeta Iraqê dê 500 milyon dolarî bide Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîl petrol bi rêya Bexdayê re bide firotin, biryar e vê hefteyê wan peran ji Kurdistanê re bişîne û piştre Herêma Kurdistanê petrolê bide Bexdayê.”

Dilşad Şeban wiha got: “Heta ku Bexda wan peran ku 500 milyon dolar in ji Herêma Kurdistanê re neşîne, em jî petrolê nadin destê wan.”

Wek gava yekem di rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de ev biryar hatibûn dayîn:

*Hikûmeta Iraqê dê 500 milyon dolarî bide Herêma Kurdistanê
*Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîl petrol bi rêya Bexdayê re bide firotin.
*Serokwezîr Barzanî di nav çend rojên bê de dê serdana Bexdayê bike û li ser çawaniya çareserkirina arîşeyan bi rayedarên Bexdayê re rûnê.
 

Nûçeyên têkildar