Ebdulmehdî: Em li hêviya serdana Serokwezîrê Kurdistanê ne..

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku, ku Jihevdûrketina Bexda û Hewlêrê ne di berjewendiya herdu aliyan de bû. Herwiha tekez kir ku, ew li hêviya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne, bo gotûbêjkirina hûrgiliyên şandina petrolê û em bi wê serdanê dilxweş dibin.
Derbarê pirsa petrol û gazê li Iraqê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di civîna çapemeniyê de wiha got: “Em li hêviya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne, bo gotûbêjkirina hûrgiliyên şandina petrolê û em bi wê serdanê dilxweş dibin. Divê guhertin di qanuna petrol û gazê de bê kirin, ji ber ku hinek kêmasî tê de ye, ku divê ligel rewş niha bê guncandin.”
Ebdulmehdî wiha domand: “Herwiha ji bo ku taybetmendiya wan parêzgehên ku berhema wan a petrolê heye bê liberçavgirtin û zêdetir xizmeta wan bê kirin pêwîst e ew qanûn bê serastkirin.”
Derbarê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser rêkeftina petrolê, Wezîrê Petrolê yê Iraqê wiha got: “Em hewl didin wan nakokiyan bi dawî bînin ji ber ku ji hev dûrketina Bexda û Hewlêrê ne di berjewendiya herdu aliyan de bû.”
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî wiha axifî: “Em naxwazin li ser wan amar û hejmaran kar bikin ku behsa hinardekirina petrola Kurdistanê dikin, lê wek rêkeftina destpêkê Bexda hinek pere dişîne ji Herêma Kurdistanê re û li beramber jî Herêma Kurdistanê dê roajne 150 hezar bermîl petrol bişîne Bexdayê.”




