26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

61 partiyên kurdî civiyan..Li ser yek gotina kurdan hevnêrîn bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro şemiyê nûnerên 61 partiyên herçar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û tekez li ser yekrêzî p yekgotina siyasî ya kurd kirin û dilxweşiya xwe bi vê yekîtî û yek helwêstiyê ku li Kurdistanê tê dîtin, xuyakirin.

Bi mebesta nêzîkbûn û yekxistina navmala Kurdistanî û hewlên yekgrtina hemû partî û aliyên siyasî li herçar parçeyên Kurdistanê, îro li avahiya liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDP) bi amadebûna berpirsê liqa 2 û nûner û sekreterê 61 partî û aliyên herçar parçên Kurdistanê civiyan.

Di wê civînê de, berpirsê liqa 2 bi navê PDKê bixêrhatina nûnerê wan partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê û wiha got: Her aliyekî siyasî li Kurdistanê li her parçeyekî be, rol û bandora xwe heye û em ji aliyê xwe ve xebata wiyasî her partiyekê bi rêz dibînin.

Piştre berpirsê liqa 2 civînin wisa û di vê demê de bi girîng bo gelê Kurdistanê di warê yekrêziya neteweyî û niştîmanî de binav kir û daxwaz kir ku ev civîn berfirehtir bibin û bandorên wan zêdetir bibin.

Hevdem behsa rewşa Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û şerê li dijî terorîstan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge hat kirin. Herwiha pirsa hevkariya penaberan li Herêma Kurdistanê jî hat kirin û ronahî xistin ser wê yekê.

Piştre her partiyek nêrînên xwe li ser çend pirsên girîng ku taybet bûn bi pêşeroja Kurdistanê û hevahengiya di navbera herçar parçeyên Kurdistanê û alîkariya penaberan. Herwiha behsa girîngiya girêdana Kongireya Neteweyî û hildana ala Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar