26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mela: PYDê nehişt hêza ENKSê biçe Kobanê

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana bajarê Kobanê kir daku hêza wan jî biçe nav bajêr, lê PYDê rê neda ku ew hêz biçe Kobanê.

Di vê derbarê de Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Siûd Mela ji malpera KDP.info re got: “Li gor rêkeftina Duhokê, wek PYDê dê hêza ENKSê jî ya taybet bi xwe hebe. Duh jî hêzeke 200 kesî hatibû amdekirin daku biçe Kobanê, şandeke me jî serdana Kobanê kiribû daku PYDê razî bike, lê belê YPG’ê ji wan re gotibû ku divê bi navê wan ew hêz derbas bibe, loma ew hêz neçû.”

Siud Mela wiha axifî: “Me daxwiyaniyek bo raya giştî belav kir ku evna binpêkirina rêkeftina Duhokê ye û çênabe rê li ber me were girtin ku axa xwe biparêzin. Niha gotûbêj ji bo çareserkirina vê meselê tê kirin, lê belê heta niha jî nehatiye çareserkirin.”
 

Nûçeyên têkildar