26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Holanda asta nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind dike

Çavkanî: KDP.info

Berpirsê ofîsa balyozxaneya Holandayê got ku, hikûmeta holandî biryar daye ku, asta nûneratiya xwe ji konsulê fexrî bo ofîsa balyozxaneyê bilind bike.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê li ofîsa xwe, digel berpirsê ofîsa balyozxaneya Holandayê a li Hewlêrê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Kurdistan û Holandayê hat kirin û berpirsê ofîsa balyozxaneya Holandayê got ku, hikûmeta holandî biryar daye ku, asta nûneratiya xwe ji konsulê fexrî bo ofîsa balyozxaneyê bilind bike.

Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa ew biryara hikûmeta Holandayê bilind nirxand û got ku, ew pêngava hikûmeta holandî dê bibe sedemê zêdetir pêşketina têkeliyên navbera Kurdistan û Holandayê de û got:

"Ev pêngava hikûmeta Holandayê destpêkirina qonaxeke nû a têkeliyên Holanda û herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaziyê li vê biryarê dike, bi taybetî ku, li Holandayê gelek penaberên kurd hene."

Şandeya holandî behsa têkeliyên navbera civaka holendî û ya kurdî kir û got ku, di navbera her du civakan de têkeliyên xurt hene û herwisa got ku, ofîsa balyozxaneya Holandayê di demeke nêzîk de dê li Hewlêrê dest bi karên xwe bike.

Nûçeyên têkildar