26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr û Bexda li ser pirsa petrolê li hev kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serdana Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Kurdistanê bi rêkeftinekê bidawî bû û wek qonaxa yekem dê Bexda 500 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Li gor daxwiyaniyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna îro ya navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî de, herdu alî rêkeftin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê de, wek qonaxa yekem çend pêngav bên avêtin.

Li gor heman daxwiyaniyê, dê wek qonaxa yekê hikûmeta Iraqê 500 milyon dolar ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne. Li beramber jî hikûmeta Herêma Kurdistanê dê rojane 150 hezar bermîl petrola xav bixe jêr kontrola hikûmeta Iraqê.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çend rojên dahatû wê bi armanca danîna çareseriyeke maqûl, yeksan û destûrî bo hemû pirsgirêkên heyî ligel şandekê serdana Bexdayê bike.

Nûçeyên têkildar