Hêzên Pêşmerge berê xwe dane Şingalê.. 3 gund rizgar kirin

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li Şingalê êrişî çekdarên DAIŞê kirin û gundê Barê Serî, Barê Xwarê û Baravê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.
Parlamentere berê yê Iraqê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehma Xelîl ji KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge êrişî çekdarên DAIŞê li Şingalê kirin û gundên Barê Serî, Barê Xwarê û Baravê kontrol kirin.”
Mehma Xelîl herwiha got: “Di şerê kontrolkirina wan gundan de, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û mezin dîtin.”
Xelîl da zanîn ku, “Niha şer rawestaye û Hêzên Pêşmerge li wan sê gundan bi cîh bûne û bi dilxweşî ti ziyanek nedîtine.”




