26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka dest bi meşiqkirina hêzên opizîsyona Sûriyê dike

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel ragihand ku siyaseta Beşar Esed li Sûriyê bû sedema wê ku DAIŞ çêbibe û got ku ewê dest bi rahênana hêzên opizîsyona lîberal a Sûriyê bikin.
 
Chuck Hagel di civîna Kongresa Amerîkayê de tekez kir ku DAIŞ li ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn gefeke mezin e û got: "Divê em alîkariya hêzên opizîsyona Sûriyê herweha hêzên Iraqî bikin di şerê DAIŞê de.”
 
Hagel anî ziman ku hêzên hevpeymaniyê di destnîşankirina cihên çekdarên DAIŞê rastî zehmetiyan tên û bal kişand ser wê yekê ku wan firotina petrola DAIŞê li hin navçeyên Sûriyê asteng kirine.
 
Sererkanê Artêşa Amerîkayê Martin Dempsey jî ragihand ku divê çavkaniyên darayî yên DAIŞê werin zuhakirin û got: “Em dizanin ku wê şerê li dijî DAIŞê şerekî demdirêj be û ji ber vê yekê em nikarin vî şerî bêyî alîkariya hikûmetê bidomînin.”

Nûçeyên têkildar