Hoşyar Zêbarî pirsa budce û mûçeyên Kurdistanê gehande Amerîka

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, pirsa meaş û budceya Herêma Kurdistanê ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Darayî ya İraqê ku kopiyek ji KDP.info re hatiye şandin, Hoşyar Zêbarî di civînekê de ligel berpirsên Amerîkî behsa pirsa meaş û budceya Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gor daxwiyaniyê Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ligel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett H. McGurk û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stewart Jones behsa pirsa meaş û budceya Herêma Kurdistanê kirin.
Zêbarî ji Amerîkiyan re behsa gotûbêjên hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê yên derbarê butçe, meaş û petrolê de kir, lê belê di daxwiyaniyê de nehatiye diyarkirin ka nerîna Amerîkiyan li ser van mijaran çibû.
Ji meha Sibata îsal ve hikûmeta Bexdayê budce û meaşê fermanberên Kurdistanê qutkiriye ku nêzîka 16 trîlyon dînar e.




