Mesrûr Barzanî: Em li ser serkeftinên xwe tên cezakirin..Bexda li ser şikestinên xwe tê xelatkirin

Hewlê-KDP.info- Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê ligel şandeke Hengarî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, Herêma Kurdistanê li ser serkeftinên xwe tên cezakirin û Bexda jî li ser şikestinên xwe tê xelatkirin.
Îro Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Hengarî bi Serokatiya Şewirmenda Serokwezîrê vê welatî bo karûbarên enerjî Xatû Rica Semercani kir.
Di hevdîtineke de ku Konsûslê Hengariya yê li Iraqê jî tê de amade bû behsa pêşhatên ewlekarî yên li Kurdistanê û şerê dijî terorîstên DAIŞê û hevkariya zêdetir ya civaka cîhanî bo Kurdistanê hate kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Hengariyayê kir jiber hevkariyên leşkerî yên ku pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kiriye û herwiha hevkariyên mirovî yên ku pêşkêşî Kurdistanê kiriye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pêdiviyên Hêzên pêşmerge kir û wiha got: “Pêwîst e hikûmeta Fedral ya Iraqê weke girêdayîna xwe ya bi destûra bingehîn çek û pêdiviyên leşkerî jî ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.”
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku me heta niha daxwaza hevkariyê ji hikûmeta Iraqê kiriye lêbelê Iraqê amade nebûye hevkarî bike û em li hember ew serkeftinên ku li hember DAIŞê bidest xistine tên cezakirin lê Bexda jiber şikestên xwe tê padaştkirin.
Derbarê pêşkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember DAIŞê de heyeta Hengarî eşkere kir ku terorîstên DAIŞê li Kurdistanê de li ser destê Hêzên Pêşmerge rastî şikestê hatine û bêyî hewlên Kurdistanê aliyên din nikarîne tiştek bikin.
Şanda mêvan herwiha got: “Em vê yekê qebûl dikin ku Kurd di şûna cîhana azad de şerê terorê dike û wan nirxan diparêze ku bo tevahiya me hevbeşin.”
Di dawiya hevdîtina han de tekez li ser pêwîstiya şandina hevkariyên pêwîst bo Kurdistanê ji aliyê civaka navnetewî ve hate kirin.




