Barzanî: Hêza me di yekbûna me de ye..Çûna Pêşmerge bo Kobanê dilê me şad kir û hesta neteweyî bilind kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Bajarvaniya Agirî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, her ji destpêka kirîza Sûriyê wan ji Kurdên Rojava re got ku pêkve bin û nebine du bere û her biryarek ku ew bidin em palpiştiya wan dikin. Herwiha da zanîn ku çûna Pêşmerge ji bo yarmetîdana xuşk û birayên xwe li Kobanê pêngavekî dîrokî bû û dilê hemû kurdekî li cîhanê şad kir.
Îro pênçşem li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sirri Sakik Serokê Bajarvaniya Agirî kir.
Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bû Serokê Bajarvaniya Agirî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina pêşveçûna doza Kurd li Bakûr tekez li wê yekê kir ku rêkarên aştî û karên siyasî doza Kurd bihêztir dike.
Her wiha spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo yarmetîdana Rojava û Kobanê û ragihand ku çûna Pêşmerge ji bo yarmetîdana xuşk û birayên li Kobanê hengavekî dîrokî bû û dilê hemû Kurdekî li cîhanê şad kir.
Serokê Bajarvaniya Agirî rola Serok Barzanî li yarmetîdana doza Kurd û proseya aştî li Bakur û her wiha hewldana ji bo yekgirtina aliyên Kurdî yên Rojava bilind nirxand.
Serokê Bajarvaniya Agirî daxwaz jî ji Serok Barzanî kir ku hemû aliyek hewl bidin ji bo bestina Kongreya Neteweyî.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Serokê Bajarvaniya Agirî kir û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku doza Kurd bi rêkarên aştiyane li Tirkiye berev pêşve çûye û wê yekê xisterû ku li Tirkiye hengavên baş ji bo vekirin û çareseriya kêşeya Kurd hatiye avêtin.
Serok Barzanî di derbarê xebata gelê Kurd balkişand li ser wê yekê ku xebata çekdarî ya gelê Kurd bi navê bergirîkirina li mayînê û parastina nasnameyê bûye. Niha ku Kurd karî bi xebat û têkoşîna xwe nasnameya xwe biparêzê pêwîste li rêya siyasî û bi sedema aştiyê ve mafên xwe mîsoger bike.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tekez li wê yekê kir ku li aştiyê da destkeftên mezintir pêktên û ji bo serxistina aştiyê jî divê hemû aliyek bîhnfireh bîn û divê hevkariya wan kesan bîn ku derfet ji bo aştiyê dirust dikin. Her wiha nabê derfetê bidîne destê şovenî û faşîstan bo ku li navçeyê da şerê di navbera neteweyan hilbigîrsênin. Ligel ewe jî gelê Kurd tehedayê ji kesek qebûl nake û li beranber zulm û dagîrkariyê da bergiriyê li xwe dike.
Serok Barzanî li hember paşaroja gelê Kurd geşbîniya xwe nîşan da û ragihand ku niha gelê Kurd di asta cîhanê de nav û dengeke xwe yê gelek baş heye. Kurd her ji Kobanê heta Xaneqîn bi îmkaniyata kêm karî beranber terorîstan raweste û wan têkbişkîne.
Di derbarê çûna Pêşmerge ya bo Kobanê de Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku çûna Pêşmerge ya ji bo alîkariya Kobanê hesta neteweyî ya Kurdên bilind kir û yekgirtiya Kurdan bihêztir kir û eve jî dûpat kir ku hêza me di yekgirtiya me da ye û eger em bixwazin gelekî azad bîn divê yekbigrîn.
Di derbarê Rojavayê Kurdistanê jî Serok Barzanî ewe ji bo Serokê Bajarvaniya Agirî behs kir ku cografya Rojava û dûrbûna navçeyên Kurdan ji hevdû wiha dixwazê ku hemû hêz û alî ligel hevdû bin. Her di destpêka qeyrana Sûriye me ji Kurdên Rojava re ragihand ku bi pêkve bin û nebine dû bere û her biryarek ku hun bidin em palpiştiya we dikin.
Serok Barzanî eve jî xisterû ku piştî êrîşa terorîstan ya li ser Rojava çawa palpiştiya Pêşmerge buyîn wiha jî hevkar û palpiştê Rojava bûyîn.
Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya bestina Kongreya Neteweyî kir.




