Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî ser pirsa petrolê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, di civînekê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û bi taybetî li ser dosya petrolê rawestiyan ka çawa çareseriyek jê re bê dîtin.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro bi serdanekê gehişte Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezhir Qubad Talebanî jî amade bû, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin bi taybetî dosya petrolê ku demeke pirsgirêka herî mezin a navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Derbarê naveroka civînê de tu agahî nehatin belavkirin û rûniştinên din dê bên kirin. Biryar e piştî bidawîbûna hemû civîn û rûniştinan Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê derbarê naveroka civînan de daxwiyaniyekê bê belavkirin.




