26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêvîdarin bernameya Wezîrê Petrolê pêngavek be bo çareseriya kêşeya petrolê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Neftê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî hêvî xwest bernameya karê Wezîrê Petrolê yê Iraqê hengavek bê ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Herêm û Bexda ya li warê enerjiyê de.

Îro pênçşem li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Wezîrê Petrolê yê Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê Neftê yê Iraqê xweşhaliya xwe ji bo rexsana derfeta vê hevdîtinê derbirî û destxweşiyê li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ji bo wê serkeftina mezina li bereyên şer de li dijî terorîstan bi dest anîn û hêvî jî xwestin bi zûtirîn dem terorîstan li hemû Iraqê bêne têkşikandin û aramî vegerê welat.

Li beranber da Serok Barzanî ji bo wergirtina posta Wezîrê Petrolê yê Iraqa Federal pîrozbahiyê li Adil Ebdulmehdî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di derbarê bereyên rûbirûbûna li gel terorîstan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku terorîst li beranber Pêşmergeyên Kurdistanê xwe ranagirin û bostekî ji axa Kurdistanê jî li jêr destê wan da namîne û têne azad kirin.

Hêvî jî xwest bi zûtirîn dem bi hemahengî û hevkariya hemû aliyek terorîst li hemû cîhekî bêne têkşikandin û ji bo eve jî pêwîst e hengavên kirdarî ji bo serxistina proseya siyasî li ber bigrin, ji ber ku eve têkşikandina terorîstên DAIŞê hêsantir dike.

Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Neftê yê Iraqê ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda yên li warên uze û enerjî û siyaseta nû ya Iraqê ya li warê neft de ji bo Serok Barzanî rûn kir û bi hurî behsa rewşa aborî û siyasiya Iraqê kir.

Di vî warî de Serok Barzanî hêvî xwest bernameya karê Wezîrê Petrolê yê Iraqê hengavek bê ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Herêm û Bexda ya li warê enerjiyê de.

Herdu alî jî tekez li ser girîngiya çalakirina diyaloga binyatnana di navbera aliyan kir bi mebesta peydakirina çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşeyan û bi piştbestina bi destûr û encama rêkkeftinên di navbera hêz û aliyên Iraqiyan û şeraketa rasteqîne li binyatnana welat û serxistina proseya siyasî û demokratî li tevahiya Iraqê da pêkbîne.
 

Nûçeyên têkildar