26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge li Dubizê bi tundî bersiva terorîstan dan

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Dubizê bersifeke dijwar dan êrişên terorîstên DAIŞê.

Di vê derbarê de Brîkarê wezareta Pêşmerge Enwer Hecî Osman ji KDP.info re ragehand ku îro danê sibê terorîstên DAIŞê xwestin li mihwera Dubizê êrîşî ser Hêzên Pêşmerge bikin lêbelê Hêzên Pêşmerge bi plana han hesiyan û bersiva terorîstan dan û 16 terorîstên wan kuştin.

Osman eşkere kir ku piştî hesiyana hêzên pêşmerge bi plana han ya terorîstan, hêzên pêşmerge karîn bilez bersifeke gelek dijwar bidin wan êrîşan û di encama bersif dayîna hêzên pêşmerge de herî kêm 16 terorîstên DAIŞê ku yek ji wan Emîrê terorîstan ya li mihwera Dubizê bûye bikujin û otomobîteke wan ya Hamarê şewitandin û gellek ziyanên din dîtin.
 

Nûçeyên têkildar