25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bêtirî 13 milyon kes li Iraq û Sûriyê koçber bûne

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-  Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê Iraq û Sûriyê zêdetirî 13 milyon û 600 hezar kes koçber bûne.

Komîsyona Bilind a Penaberan di daxuyaniyekê de wiha got: “Civaka navdewletî tiştekî zêde ji bo koçberên Iraq û Sûriyê nekiriye û hîn hejmareke yekcar mezin ji koçberan bê xwarin û pêdviyên jiyanê ne.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, “Ji wan 13 milyon û 600 hezar koçberan zêdetirî 7 milyonan li nav Sûriyê koçber bûne û 3 milyon û nîv jî li derey Sûriyê penaber bûne.”

Derbarê Iraqê jî, Komîsyona Bilind a Penaberan ragihand: “Li Iraqê milyonek û 900 hezar kes koçber bûne û ji wê hejmarê heta niha 190 hezar kes li deverên Iraqê penaber bûne.”

Nûçeyên têkildar