Hêzên Pêşmerge bi giranî li DAIŞê didin..Agahiyên nû ketine destê hêzên kurdî

Kobanê-KDP.info- Çavkaniyekê pile bilind ji Kobanê ragihand ku, terorîstên DAIŞê pilanek danîne da ku îşev êriş bikin ser kaşê Miştenûr ku şevê din ketibû destê hêzên kurdî de.
Çavkaniyek pile bilind li Kobanê ji KDP.info re ragihand ku, “Şeva borî kaşên Miştenûrê li bajarê Kobanê ketin destê şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge.”
Heman çavkanî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge roleke pir girîng û bi bandor û pîroz dîtine û şervanên YPGê bi hevahengiya ligel wan pir dilxweşin.”
Wî çavkanî da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge bi giranî îro çeper û navendên DAIŞê dan ber bombeyan, lê dîsa terorîstên DAIŞê pilanek danîne da ku îşev êriş bikin ser kaşê Miştenûr.”
Heman çavkanî wiha got: “Terorîstên DAIŞê dixwazin îşev ji du aliyan êriş bikin ser kaşê Miştenûrê, ku ew agahî jî bi riya alavên pêwendiyê ketine destê me.”




