Mesrûr Barzanî: Tişta me ji bo Başûr kiriye heman tişt me bo Rojava jî kirine

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kuristanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekrterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û heyeteke pê re civiya û di wê hevdîtinê de behsa wê yekê kir ku tişta ku wan ji bo Başûrê Kurdistanê kiriye her heman tişt bo Rojavayê Kurdistanê jî kirine.
Îro Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kuristanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekrterê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê PDK-Sê Siûd Mela û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin û behsa rola Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo komkirina part û aliyên siyasî yên Kurdî li dor hev li Rojavayê Kurdistanê de kirin.
Her di hevdîtina han de tekez li ser vê yekê hate kirin ku wê Kurdistan berdewam be li ser hevkarîkirina Rojavayê Kurdistanê de.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa êrişên terorîstên DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bo ser gelê Kurd hate kirin û hate gotin ku îro Kurd bi yek helwest û di yek enî de li hember terorîstên DAIŞê de bûye xwedan yek deng û yek helwest û lazime li dijî terorîstên DAIŞê civaka cîhanî zêdetir hevkariya gelê Kurd bike.
Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir ku tişta ku wan ji bo Başûrê Kurdistanê kiriye her heman tişt bo Rojavayê Kurdistanê jî kirine û hertim di nava hevdîtinê xwe yên bi welatên hevpeyman de me daxwaza zêdetir hevkarî kirina Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Giftûgo kirin li ser rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de mijareke din ya hevdîtina han bû.




