26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî: Bo serxistina proseya siyasî pêwîst e hemû aliyek pabendî destûr bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez kir ku ji bo serxistina proseya siyasî pêwîst e hemû aliyek pabendî destûr û rêkeftina di navbera aliyên siyasiyan bin.

Îro çarşem li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Eyad Elawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa û siyasiya Iraq û navçeyê û êrîşa tîrorîstan û serkeftinên vê dawiyê ya hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞ hate nirxandin.

Her li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda hate guftûgokirin û tekez li wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî pêwîst e hemû aliyek pabendî destûr û rêkkeftina di navbera aliyên siyasiyan bin.

Li vê hevdîtinê de herdu alî li ser wê yekê hevrebûn ku serkeftina proseya siyasiya Iraqê yarmetîder e ji bo wê yekê ku terorîstên DAIŞê zûtir bêne têkşikandin.
 

Nûçeyên têkildar