26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Macarîstan: Dîroka gelê Kurdistanê û gelê me di xweragiriyê de mîna hev e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Hikûmeta Macarîstanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvanî balkişandin li ser ruhê xweragiriya gelê Kurd û behsa wê yekê kirin ku gelê Kurdistanê û gelê Macarîstanê di xweragirî û rûbirûbûna dagîrkaran de dîrokekî heman awayî heye.

Îro çarşem li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda Hikûmeta Macarîstanê(Hengarya) kir ku ji Stêvan Mîkola Wezîrê Derve û Tamas Varga Wezîrê Bergirî û Tîbor Satmarî Balyozê Macarîstanê li Iraqa Federal û hejmarek şêwirmendên siyasî û aboriya Hikûmeta Macarîstanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û geşbîniya xwe jî beranber bi paşaroja Herêma Kurdistanê nîşandan û pêşketinên Herêma Kurdistanê yên li warê aborî û binyatnanê de bilind nirxandin.

Herwiha ji bilî balkişandina li ser ruhê xweragiriya gelê Kurd behsa wê yekê kirin ku gelê Kurdistanê û gelê Macarîstanê li xweragirî û rûbirûbûna dagîrkaran da dîrokekî heman awayî heye. Şanda mîhvan gumana xwe jî ji rewşa koçberên ji pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê ragihand û destxweşiyê li Herêma Kurdistanê kirin ku bûne penageheke koçberan û pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê diparêzin.

Şanda mîhvan silavên Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihandin û balkişandin li ser wê yekê ku serdana berê yê Serok Barzanî ya ji bo Macarîstanê û hevdîtina wan ya li gel Serok Wezîrê Macarîstanê bingehekî bi hêz ji bo peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Macarîstanê damezrand.

Şanda bilinda Hikûmeta Macarîstanê tekez jî li wê yekê kir ku hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û vekirina Konsolxaneyek li bajarê Hewlêrê û kar û çalakiyên kompanyayên Macarîstanê li Herêma Kurdistanê nîşana eweye ku Herêma Kurdistanê ji bo Macarîstanê cîheke gelek girînge û hêviya ewe jî xwestin ku yadaştekî hevdû têgihîştinê li navbera her dû aliyan de bê mohr kirin.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Wezîrê Macarîstanê kir û her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo wan hevkariyên serbazî ragihand ku ji aliyê Macarîstanê ve pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.

Di derbarê şerê terorîstan û rewşa meydanî de Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan behs kir ku gelê Kurdistanê her ji Kobanê heta Xaneqînê rûbirûyê rêxistineke terorîstî ya tirsnak bûye ku îmkaniyat û çekên dû dewletan ketiye destên wan.

Lê belê hêzên Pêşmerge her zû hevkêşeyê li berjewendiya Kurdistanê de guherand û rê li pêşrewiya terorîstan girt û kete helwesta êrîşbirinê û niha Pêşmerge li qonaxa dawî ya êrîşbirin û têkşikandina terorîstên DAIŞ û derxistina wan ya ji axa Kurdistanê de ye.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku terorîst tehdîdeke cîhanîne ji bo hemû gel û welatek ji bo wê yekê ji navbirina wan hewla hemû aliyekî pêwîste. Her wiha nabê tu penagehek li tu cîhekî ji bo terorîstan bimîne û li ruyê siyasî û aborî û fikrî ve jî pêwîste rûbirûyê terorîstan bibin.

Her li vê kombûnê da asta çalakiya kompanyayên Macarîstanê û pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan hate nirxandin û Serok Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Macarîstan û Herêma Kurdistanê de nîşanda.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Nûçeyên têkildar