26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serdana Monumenta Şehîdên Sêwsînan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Êvariya îro sêşem Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya vegerana li mîhwera Germiyan - Xaneqînê de serdana Monumenta Şehîdên gundê Sêwsînan ya li navçeya Qeredax kir û ji aliyê runiştvanên gund ve hate pêşwazî kirin.

Her li vê serdanê da Serok Barzanî li goristana Şehîdên Sêwsînan amade bû û ji bo rêzgirtina li giyanê pakê van şehîdan sûreta Fatîha xwend.

Gundê Sêwsînan li êrîşa Enfalê ya li sala 1988 da ji aliyê rejîma dîktatorê berê yê Iraqê ve hatibû kîmyabaran kirin û bi vê sedemê 68 hemwelatiyên Kurd yên runiştvanên vê gundê şehîd bûn.

Nûçeyên têkildar