Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serweta xwe eşkere

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serwet û sermiyana xwe ji Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re eşkere kir.
Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer ji KDP.info re got: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro ew forma ku me ji bo eşkerekirina sermiyana wî dabûyê, tijî kir û ji me re şand.
Dr. Ehmed Enwer wiha axivî: “Ji ber ku Desteya Destpakiyê serwert û sermiyana ti berpirsekî eşkere nake, tenê dê çavdêriya serweta wan bike.”
Serokê Desteya Destpakiyê anî ziman ku hemû agahiyên li ser sermiyan û serweta rayedaran li gel wan dimîne.




