Mesrûr Barzanî û Elî Bapîrî: Pêwîst e aramiya Kurdistanê di ser tevahiya karên me de be

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser parastina aramiya Kurdistanê û yekîtiya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku pêwîst e aramiya Kurdistanê di ser tevahiya karên me de be ji ber ku Kurdistan bi aramiya xwe li cîhanê hatiye nasîn.
Îro Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdisatanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de hevdem ligel bixêr hatinkirina heyeta mêwan rewşa Kurdistan, Iraq û deverê jî hate giftûgokirin û her du alî tekez li ser yekhelwestî û yekdengiya Kurd a li hember metirsiyên li ser Kurdistanê bi taybetî êrîşên terorîstên DAIŞê ên bo ser Kurdistanê de kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de rola qehremanane ya Hêzên Pêşmerge û berxwedana wan ya li hember terorîstên DAIŞê û derkirina terorîstên DIŞIê ji çend navçeyan jî bi girîng hate wesifkirin û her du alî behsa vê yekê kirin ku DAIŞ metirsiyeke gelek mezine bo ser ol û bihevre jiyan û lêbûrîna hayî jiber ku rêz ji ti cudatiyekî nagire û baweriya xwe bi ti nirxeke mirovatî jî tuneye.
Di dawiya hevdîtina han de tekez li ser parastina aramiya Kurdistanê û yekîtiya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku pêwîste aramiya Kurdistanê di ser tevahiya karên me de be ji ber ku Kurdistan bi aramiya xwe li cîhanê hatiye nasîn.




