Serok ligel fermandarên Hêzên Pêşmerge yên eniya Germesêrê civiya

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsêkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Celewlayê ragihand ku, îro Serok Barzanî di serdana xwe de bo Xaneqînê, ligel Fermandarên leşkerî yên navçeyaê civiya û ew civîn 2 seatan domand.
Berpirsê navçeya PDKê li Celewlayê Kameran Mihemed ji KDP.info re ragihand: “Îro seat 11 beriya nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajerokê Xaneqînê kir û ligel fermandarên leşkerî yên wê eniyê 2 seatan civiya û seat 3 Serok Barzanî dawî bi serdana xwe anî.”
Hêjayî gotinê ye ku, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir ligel Barzanî di vê serdanê de ye.
Ji destpêka şerê DAIŞê heta niha berdewam Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li eniyên şer dike.
Roja 6ê Mijdarê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge li herdu eniyên Giwêr û Mexmûrê kir û di wê serdanê de tekez kir ku, şikestina DAIŞê nêzîk bûye.




