Pêşmerge li Çiyayê Şingalê 4 jinên din rizgar kirin

Şingal-KDP.info- Bi hewlên liqa 17 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û piştî gehiştina agahiyan, Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê 4 jinên din ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin.
Berpirsê liqa 17 ya PDKê Seyîd Şingalî ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku agahî ketin destê me ku 4 jin ji zindaneke terorîstên DAIŞê reviyane, Hêzên Pêşmerge xwe amade kirin û bi rêyekê ew gehandin ser çiyayê Şingalê, ku ew 6 seat domand.”
Şingalî wiha got: “Ew 4 jin piştî ku gehîştin ba me û nan xwarin, ji aliyê tîmên tendirustiyê hatin dermankirin û niha jî li ba Pêşmerge ne û cih ji wan re hatiye peydakirin piştre jî dê ji ser Çiyayê Şingalê bo bajarê Dihokê bên şandin û li wir bighên malbatên xwe.”
Berpirsê liqa 17 ya PDKê amaje bi wê yekê da ku, “Me beriya niha jî 51 jin û zarok rizgar kirine û hewlên me bo rizgarkirina tevahiyan wan kesên din jî berdewam dibe.”




