Balafirên şer li Mûsil û Şingalê li DAIŞê dan

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer ên Iraqê û hêzên hevpeyman li nêzîkî bajarokê Şingalê li DAIŞê dane û 8 otomobîlên wan şewitandine.
Wezareta Bereniyê ya Iraqê ragihand, balafirên şer ên Iraq û hêzên hevpeyman îro li gundê Sekînayê yê Şingalê li DAIŞê dane.
Di daxuyaniya Wezareta Bereniyê ya Iraqê de hat gotin ku di wê êrişê de 20 çekdar hatine kuştin her wiha 8 otomobîl û kargeheke çêkirina bombeyan a DAIŞê li rojhilatê bajarê Mûsilê ji nav birine.
Şêwirmendê Wezîrê Bereniyê ya Iraqê Mihemed Eskerî jî ragihand, balafirên şer ên Iraqê îro li devera Seidiye ya girêdayî parêzgeha Diyale, li DAIŞê dan û di encamê de herî kêm 20 çekdar hatin kuştin.
Eskerî da zanîn ku di nav kuştiyan de sê fermandeyên mezin ên DAIŞê yên bi navê Meaz Ekrem Rawî, Tariq Ehmed Wehab Seidawî, Minhel Kazim Comeylî û Îbrahîm Ekrem Tikî ku hinek ji wan ji Yemenê ne, jî hene.




