26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Arteşa Îtaliya: Emê hewl bidin kampeke rahînana Pêşmerge li Herêma Kurdistanê vekin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li edmîral Lwîgî Bînêlî Matêlî serokerkanê arteşa Îtaliyayê û şandeya pê rek u, ji hijmareke general û şîretmedên serbazîyên arteşa Îtaliyayê pêkahtibû kir.

Di civîna îro de, Serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya helwesta hikûmeta Îtaliyayê kir ku, her ji destpêkê piştgirî li pêşmerge kir û beşdarî di şerê dijî terorê de kir.

Nêçîrvan Barzanî helwestên Îtaliyayê bilind nirxandin û dupat kir ku, bi hevkariya hêzên hevpeymanan û piştbestin bi xweragirî û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê dikare pîlan û beranameya terorîstan bê têkşikandin û herêma Kurdistanê ji hemû metirsiya bê parastin.

Serokwezîr behsa wê yekê jî kir ku, teror ji bo hemû gel û neteweyan li sertaserî cîhanê metirsî ye û ji ber vê yekê rûbirûbûna terorîstan pêwîstî bi xebatên tevaliyan heye.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa karîgeriya hevkariyên serbaziyên hikûmeta Îtaliyayê kir û got: “Em qîmeteke mezin didin wan hemû hevkarî û alîkariyên serbaziyên gihiştîne destê pêşmerge digel meşiq û rahînana pêşmerge li Îtaliyayê.  Ji sedema berfirehiya tixûbê şerê dijî terorîstên DAIŞê pêwîstiya me bi zêdetir alîkariyên serbazî weke; çekê giran, dijeteng, amêrên pêşkeftiyên eşkerekirina mînan û bombên çandî heye. Giringe kampeke meşiq û rahînana pêşmerge li ser çekê pêşkeftî hebe.”

Nêçîrvan Barzanî got ku, herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike ku, bê cudahî bergiriyê ji tevaya pêkhateyên enteweyî û olî dike û niha herêma Kurdistanê ji bo zêdetir ji yek milyon û nîv penaber û koçberên Suriyeyê û navxweyî bûye herêmeke aram: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe hevkarî û alîkariya penaber û koçberan kiriye û akincî kirine. Hijmareke welatan û rêxistinên navdewletî di kêmkirina vê karesata mirovî de rol lîstiye, lê ji sedema hatina demsala zivistanê û hijmara zêdeya penaber û koçberan, Herêma Kurdistanê daxwazê ji Îtaliya û timama civaka navdewletî dike ku, li ser hevkarî û alîkarîkirina koçberan berdewam bin.”

Li dor têkeliyên herêma Kurdistanê bi Îtaliyayê re jî, serokwezîrê herêma Kurdistanê sewîyeya têkeliyên bi Îtaliyayê re bi giring û dîrokî wesif kirin û hêvî kir ku, têkeliyên di warê siyasî, serbazî, êkonomî û sektorên cuda de bikevin di qonaxeke pêşkeftîtir de.

Serokerkanê arteşa Îtaliyayê pesna rol û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge kir ku, bergiriyê li aramî û îstîqrar timama pêkhateyên neteweyî û olî dikin û got: “Ya ku Pêşmerge li dijî terorîstan kirî, karekî mezin û destkeftekî mezin e.”

Li dor piştgiriya Hêzên Pêşmerge jî, Serokerkanê Arteşa Îtaliyayê tekez li ser berdewamiya alîkarîkirina Pêşmerge kir û got ku, ew li ser pirçekirina Pêşmerge bi çekên giran û pêşkeftî kardikin. Wî got ku meşiq û rahînana pêşmerge li Îtaliyayê dê berdewam be û dê lêbixebitin kampeke meşiq û rahînana pêşmerge li herêma Kurdistanê vekin û Îtaliya amadeye hevkariya arteşa Iraqê jî bike.

Weke tê zanîn di civînê de; Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Sopasalarê Iraqê, Berpirsê Têkeliyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê, fermandarê hêzên asîmaniyên Iraqê û nûnera hikûmeta Herêma Kurdistan ya Îtaliyayê amade bûn.

Nûçeyên têkildar