25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Pêşmerge bi çekên giran li çeperên DAIŞê dide

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Li Kobanî şerê ku ji şeva borî ve dest pê kiribû heta niha jî didome. Herwiha balafirên şer ên hêzên hevpeyman îro herî kêm 6 caran li nav û derdora Kobanê li DAIŞê dane.

Li gorî çavkaniyên nav Kobanê, ji şeva borî ve şerekî giran li Kobanê di navbera Hêzên Pêşmerge-YPG-Artêşa Azad û DAIŞê de derketiye û heta niha jî didome. Herwiha şerekî giran li taxên rojhilat û başûrê Kobanê derketiye û heta niha jî didome.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku, şervanên YPG û Artêşa Azad a Sûriyê bi çekên sivik li nav bajêr şer dikin û Pêşmerge bi çekên giran li çeperên DAIŞê dide.

Herwiha ji vê sibehê ve heta niha balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî herî kêm 6 caran li nav û derveyî Kobanê li DAIŞê dane. 

Nûçeyên têkildar