26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsûlê Îraqnê rola serkirdatiya Kurdî bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekerterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî serdana Konsulusxaneya Îranê ya li Hewlêrê kir.

Îro Sekerterê mekteb siyasiya partiya demokarata Kurdistanê Fazil Mîranî serdana Konsulusxaneya Îranê ya li Hewlêrê kir û ji aliyê Konsûlê Îraqnê Morteza Ebadî ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinekî de rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraqê, Kurdistan û deverê hate nîqaşkirin.

Her di hevdîtina han de herdu alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îranê de kirin û tekez li ser domandin û bihêztirkirina peywendiyên han kirin.

Ji aliyê xwe ve, Konsûlê Îraqnê li Hewlêrê tekez li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê kir û pesnê rola serkirdatiya kurdî kir di jinavbirina terorîstên DAIŞê de, hevdem ji ber bi hewarşûna koçberan helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
 

Nûçeyên têkildar